December 10, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Dêrsimê jin fêrî tembûrê dibin

Li Dêrsimê jin fêrî tembûrê dibin

Hewlêr (Rûdaw) Dêrsim… Bajarekî ku li her malekê tembûr an sazek heye û wek çandekê zarok bi stranên gelerî mezin dibin. Niha jî kursek hatiye vekirin û jin fêrî tembûrê dibin.

Li navçeya Pulurê ser bi parêzgeha Dêrsim ya Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê jin diçin kursa fêrbûna tembûrê û fêrî jenîna tembûrê dibin û bi vî awayî li wê derê  demeke xweş dijîn. Mamosteyê kursê dibêje jinên ku tên kursê gelekî bi coş in û zû fêr dibin.

`Em gihiştin asteke baş`

Şiar Eroglu, Mamosteyê Tembûrê, dibêje, “Perwerdeya me di hefteyekê de du roj in û her roj du demjimêr in. Ev hevalên tên vê derê ti zanebûna wan a notayê nîne. Em bi fêrkirina notayê destpê dikin. Piştî notayê jî tiştên din fêr dikin. Ev zêdeyî mehekê ye em perwerdê didin û ez di wê baweriyê de me ku em gihiştine asteke baş.”

Jinên havînê ku çandiniyê dikin ji ber zivistanê nikarin biçin cihekî din, dema xwe li vê kursê derbas dikin û dibêjin tembûr bo wan bûye hevalek û wek perçeyek ji canê wan.

Nurgul Ersoy ku dixwaze fêrî tembûrê bibe, dibêje, “Ev karê hunerê bo me bû henaseyek. Dema em axivîn bo ka dikarin çi bikin, piraniya jinan daxwaza fêrbûna tembûrê kirin. Em jî hatin vê kursê.”

` Temenê fêrbûnê nîne`

Eylem Çimen jî diyar dike, “Me destpêkê nedizanî tembûrê di destê xwe de bigrin lê niha em dikarin awazan lê bidin. Xwezî zûtir ez fêr bibûma, lê temenê fêrbûnê nîne.”

Li navçeya Pulurê ku di nav çiyayên Munzur û Mercanê de ye, demsala zivistanê zehmet derbas dibe û çalakiyên civakî yên li derve gelekî kêm dibin. Lewra piraniya zivistanan kursên fêrbûna tembûrê nêzîkî 2 mehan berdewam dikin û  îsal jî 15 jinên ku temenê wan bi piranî di ser 40 salî re ye perwerdeyê dibînin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi