February 07, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîr Tehsîn Beg wesiyet kiribû ku ew di bexçê mala wî de bê veşartin

Tora  Lalş

Mîr Tehsîn Beg di 28-1-2019 de di 86 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Hanoverê ya Almanya koça dawî kir.

Cenazeyê Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg,  li rêkefti 4-2-2019, gehîşte firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê.

Mîr Tehsîn Beg kî ye?

Mîr Tehsîn Seîd Elî Beg di 15ê Tebaxa sala 1933an de li devera Ba’edrê a navçeya Şêxanê ji dayîk bûye. Diya wî  Meyan beg Mîr Tehsîn Beg di temenê 11 salîyê de bi Mîrê  Kurdên Êzdî hilbijart u Ji wê demê heta roja wefata xwe di dema 75 salan da ji êzdiyên Kurdistanê û cîhanê re mîratek hişt.

Tê zanîn ku di zarokatiya Mîr Tehsîn Beg de, diya wî Meyan Xatûn serpereştiya karê wî kiriye heta ku ew gihîştiye temenê 18 salîyê.

Mîr Tehsîn ji 18 saliya xwe ve dest bi cîbicîkirina erkên xwe wek Emîrê hemû Kurdên Êzidî kir, ji serokatiya karûbarên cîhanê yên Kurdên Êzidî bigire heta nûneratiya wan di hemû civîn û pêwendiyên ligel welat û civakên din de.

Li gor prensîbên baweriya Êzdiyatiyê, di destê Emîrê Kurdên Êzidî de hem desthilatên dinya û hem jî yên olî hene.

Mîr Tehsîn Beg di destpêka salên 1970-an de beşdarî tevgera rizgarîxwaz a kurd bû, piştî derbeya 1975-an, ew reviya Îranê û piştre çû Brîtanya û ji sala 1976-an heta sala 1981 li wir ma.

Piştî sala 1981ê Mîr Tehsîn ji aliyê hikûmeta Ba’esê ve hat efûkirin û vegeriya Iraqê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi