May 14, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê ti carî rê nade Iraq vegere serdema dîktatoriyê

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê ti carî rê nade Iraq vegere serdema dîktatoriyê

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera rêkeftina 11ê Adarê de ragihand, “Gelê Kurd ti carî rê nade Iraq vegere serdema dîktatoriyê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi boneya salvegera Rêkeftina 11ê Adara 1970ê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Îro pêncî û çaremîn salvegera ragihandina Rêkevtina 11ê Adara 1970ê ye, ku destkefteke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Eylûlê bi serokatiya nemir Barzanî bû.”

Amaje bi wê jî kir: “Şoreş, xweragirî û qurbanîdana gelê Kurd, hikûmeta Iraqê yaw ê demê neçar kir ku hinek mafên rewa yên gelê Kurd nas bike. Bi taybetî rêkeftin li ser sererastkirina destûra demkî û naskirina wê yekê ku Iraq ji du neteweyên sereke (Ereb û Kurd) pêk tê û destûrî jî mafên netewî yên gelê Kurd nas bike.”

Herwiha da zanîn: “Lê di dawiyê de rejîma Iraqê ji wê rêkeftinê gav bi paş ve avêt û dest bi şer û dijberiya gelê Kurdistanê kir û di dawiyê de Îraq rastî wêranî û karesateke mezin hat ku heta niha jî gelê Iraqê berdêla wê dide.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Di vê bîranînê de, em tekezî li pêwîstî û giringiya parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin. Gelê Kurdistanê ti carî rê nade ku mafên wî bên binpêkirin, zilm û zordarî lê bê kirin û Iraq vegere serdema dîktatorî û tekrewiyê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi