March 22, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

ENKS: Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî mafên Kurdan binpê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di derheqa Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî de radigehîne, “Birêveçûna wê kongireyê bi vî awayî ku pêkhateyên siyasî yên neteweyî piştguh xistine binpêkirina bingehên mafên hevpar ên gelê Kurd e di piroseya nû ya siyasî ya Sûriyeyê de.” Herwesa dibêje, “Em piştevaniya dewleteke demokrasî dikin.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) îro (Duşem, 24.02.2025) ragehand, bi hûrî çavdêriya Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyê kiriye ku li rojên 24 û 25ê yên vê mehê bi rê ve diçe.

ENKSê herwesa piştevaniya xwe ji bo her bizavekê diyar kiriye ku, piroseya siyasî li Sûriyeyê bixe ser pêyan û dawiyê bi nexweşiyên gelên Sûriyeyê bîne û dewleteke demokrasî û nenavendî peyda bike, ku hemî pêkhateyên neteweyî, rewşenbîrî û olî vegire û bi rêya destûrî mafên hemiyan û berî hemiyan jî mafên Kurdan li dû qanûn û lihevkirinên navdewletî biparêze.

ENKSê amaje jî da, “Birêveçûna wê kongireyê bi lez û bez û piştguxistina pêkhateyên siyasî yên neteweyî û ji wan jî ENKSê binpêkirina eşkere ya bingeh û mafên hevpar ên niştîmanî yên gelê Kurd e di piroseya siyasî ya nû ya Sûriyeyê de, ku ji bo peydakirina paşerojeke baştir a gelên Sûriyeyê kar dike.

ENKSê ron jî kir, “Vexwandina mêvanan bi awayê kitekesî û serbixwe ji derveyê pîveran e, ji bo nûnerîtîkirina rastîn a hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Sûriyeyê û xasma jî nûnerên rastîn ên Kurd, ev jî pirsyaran li ser naverok û armancên wê kongireyê peyda dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: کوردی Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi