July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezareta Tendirustiyê: Jimareya pêketiyên Koronayê zêde dibin

Wezareta Tendirustiyê: Jimareya pêketiyên Koronayê zêde dibin  

BasNews– Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 591 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 591 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 208 kes li Hewlêrê, 248 kes li Silêmaniyê, 110 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê û 1 kes jî li Silêmaniyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 86 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 35 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 383431

Mirin: 7146 

Başbûn: 373195

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi