Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş: Pîştevanya hemû destpêşxery u êkrêzya Êzidyan dikin
Tora Laliş ya ragehandinê.
.Karwan ba’edrî
Serokê desteya bilinda bingehê Laliş ragihand: bingehê laliş piştevanya her dest pêşxeryekê dike; eger ji pênav êk rêzya êzidyan be .
Se’îd cirdo, ji rojnama dengê laliş re diyar kir, her tim bingehê laliş li gel êkrêzya êzidyan bûye û êk ji armancên serekî yên bingehê laliş ew bûye Êzdî li ser êk maseyê danustandinan bikin.
wiha got jî: ji ber rewşa xiraba navçeyên Êzidyan û niha ji her demekî pitir êzdî pêdvî bi êk helwîstî û êk rêzyêne, ji ber ku
çareserya hemû nexweşyan, hevgirtin, û yek rêzye.
Serokê desteya bilinda bingehê Laliş got jî: ji berperîşanya rewşa êzidyan û niha bi hezaran êzdî di awerebunê dane û navçeyên êzidyan ewlehî nîne, ev yeke jî buye sedem ku bi sedan xelik di rewşeka pir alozî de jiyanê bikin. Cirdo wiha domand, Bingehê laliş dixweze li ser asta navnetewî bizav bi hêne dan rewşa navçeyên êzidyan bihête asayî kirin û, bangewaziya Mîrê Êzidyan bo civîna şêwirdarya êzidyan bilind di nirxînin
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî