Mîrê ezidîyan seredana îdara serbexo ya Zaxo kir.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Malperê fermî yê îdara serbexoya Zaxo li torên civakî (feyisbûk) belafkrîye ku îro roja êkşembûyê rêkeftî 18î îylula 2022ê mîr (Hazim Tehsîn beg) mîrê Êzidîyan li Kurdistanê û cîhanê digel şandekî seredana îdara serbexo ya zaxo krîye
Daye ronkirin jî ku ji layê (Guhdar Şêxo) serperiştyarê îdara zaxo hatîne pêşwazîkirin , Herweha belafkirina malperî pitir daye zanîn ku herdû alyan behsa ew pêkve jiyanê hey li Kurdistanê u bi taybet li bajêrê Zaxo kirîye , Herweha pişkdarbûn di hemû rê u resmên olî û netewey da li deverê wê çendê digehînît ku Kurdistan mala hemûwane .
Dîsan pirsa xizmetguzaryan li deverê u sinurê îdara Zaxo babetekî dîtrê dan u sitandên di navbera mîr Hazm Tehsîn beg u Guhdar Şêxo bûye li gorey belafkirîya îdara serbexoya Zaxo.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî