July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hisên qaydî: Nêçîrvan Barzanî biriyar daye heta ku yek Êzidî di destê Da’iş de maye wê rizgar bikin

Hisên qaydî: Nêçîrvan Barzanî biriyar daye heta ku yek Êzidî di destê Da’iş de maye wê rizgar bikin

Tora Laliş ya ragehandinê.

Sara Îdrîs.

Berpirsê nivîsingeha rizgarkirina revandiyan ragihand: Nivîsingeha rizgarkirina revandiya li sala 2014ê hate damezrandin, piştî ku tîroristên da‘iş êriş kirye ser devera Şingalê u derdorên wê. Hisên Qaydî ji dengê Laliş re got: Piştî jimareka zor ji kes u karên me ketine destê tîrorista da, li meha 10 ya sala 2014ê li ser biryara Nêçîrvan Barzanî ev Nivîsingeh hate damezrandin û êk ji armancên wê yên serekî rizgar kirina revandiyaye.

Her wiha diyar jî kir, Demê nivîsingehê dest bi karê xwe kirî çend xalek di bernamê xweda da diyar kirin, Êk ji wan xala Lêgeryan li ser cihên revandiya û piştî hingê rizgar kirina wan. Berpirsê nivîsingeha revandiya li hewlêrê diyar jî kir, Li meha 10 ya sala

2014 heta niha jimareka zor hatine rizgar kirin ku ( 3554) kesin û her wiha jimareka zor heta niha çarenivîsê wan

ne diyare; ew jî (6417) kesin û ew jî di zivrê çend xalekan, Êk ji wan xala ewe ku li Kempa Holê li Welatê Sûrya jimareka zor ya revandiya

lê hene, Her wiha li wan ciha yên kû berî niha li bin kintirola da‘işê da bûn. Di berdewamîya axiftina xwede got: Hewl û bizavên me di berdewamin kû heta êk kes jî maye em lê bigerin u bihêne rizgar kirin, ew jî bi biryrara Nêçîrvan barzanî serokê herêma kurdistanê.

Li dumahiyê jî got: Cihê daxê ye ku ji babetê rizgar kirinê re komelgehên nîvdewletî û hikumetaîraqêharîkarîyamene kirîye bo rizgarkirin belku bi tenê nivîsingeha taybet ya Nêçîrvan Barzanî û hikumeta Kurdistanê

harîkarîya me kirîy.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi