Babê Şêx: Tekeziyê l bihêzkirin û pêşvebirina peywendiyên civaka Êzidî dikeyn
Tora Laliş ya Ragehandinê
.babê şêxê Êzdiyan pabendî ya xo dupatkir ji bo bihêzkirin û pêşvebirina peywendiyên civakî yên Êzdiyan, xwast jî Êzdî pitir êkgirtî bin
.Şêx Elî Şêx Elyas, babê şêxê Êzdiyan seredana hejmareka xêzanên Êzdî û hindek nexoşan li qeza Şêxan kir û hîviya saxî û selametiyê bo wan xwast
.Herwesa babê şêx got: Tekeziyê li bihêzkirin û pêşvebirina peywendiyên civaka Êzdiyan dikeyn, dixwazin Êzdî alozîyan bidene aliyekî û hemu ji pêxemetî berjewendiya Êzdiyatiyê kar biken
Babê şêx, karubarên ayînî yên Êzdiyan bi rêvedibet û li hemu rêuresmên olî digel coqeta xo li perestgeha pîroza Lalişê berhev dibin, berdewam bizavên çarekirina kêşe û lêk nêzîkbûna tex û çînên civakê Êzdî diket
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî