Şandekê qutabiyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana peristgeha Laliş kir.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Bi merema wergirtina zanyariyan û têkel bûn digel êzidyan , Li rêkeftî 17î îylula 2022ê şandekَê qutabiyan ji zankoyên elmَanya seredana peristgeha pîroza Laliş kirin û hatine pêşwazîkirin ji layê berpirsê nivîsîngeha Laliş ve.
Şandê navbrî jî jimareka qutabiyên zankoyên elmanya bi serokatiya (Mîro)yê nevyê hozanvanê kurdê bernyas (Cegerxûn) pêkdihatin û bi bawerya berpirsê nivîsîngeha Laliş (Luqman sulêman) geryanek li nava hindurê peristgeha Laliş dan.
Berpirsê nivîsîngeha Laliş di demê geryanê da digel şandê navbrî ew rê û resmên nava peristgehê dihêne gêran şirove u ravekirin digel çend ronkirnan li dor çendîn hêma û neqşên balkêşên nava peristgehê da înan ziman .
Cihê amajepêkirinê ye hatina şand û kesayetyên biyanî bo peristgeha Laliş pêxemet haydarî şwînwar u dîrok u dêrînya wê bi terzekî berdewam dihên.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî