August 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê di şerê îro de hatine kuştin ku termên pirraniya wan di qadên şer de bi cih mane

Dihok (Rûdaw) Êvariya îro cenazeyên 47 çekdarên DAIŞê ku di şerê Şingalê de hatine kuştin, gihîştin pizişkiya dadê ya Mûsilê û ew jî zêdebarî termên wan çekdarên DAIŞê ne ku di nav bajarê Şingalê û derdorê de bicih mane.

Berpirsê Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “47 termên çekdarên kuştî yên DAIŞê ku di şerê îro yê ligel hêzên pêşmerge de li Şingalê hatine kuştin, êvariya îro gihîştin pizişkiya dadê ya Mûsilê.”

Herwiha Fermandeyê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcleyê Zeîm Elî ji Rûdawê re ragihand: “Zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê di şerê îro de hatine kuştin ku termên pirraniya wan di qadên şer de bi cih mane.”

Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê îro ji serê sibehê ve dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe serpireştiya operasyonê dike.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên Hêza Pêşmerge ve, %90 ji plana pêşmerge di şerê îro de pêk hatiye û hinek çavkanî didin xuyakirin, ku heya niha %70ê Şingalê hatiye rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi