Şingal (Rûdaw)– Hêzên Pêşmerge bajêrê Şingalê bi temamî kontrol kirin û alayeke mezin a Kurdistanê li ser siloya Şingalê bilindkirin.
Îro danê nîvro, Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve êrişî bajarê Şingalê kirin û derbasî nava bajêr bûn û bajêr bi temamî kontrol kirin.
Hêzên Pêşmerge ala Kurdistanê li ser siloya Şingalê bilind kirin. Ew al pir mezin e.
Li cihna şerê kolanan qewimî. Hêzên Pêşmerge ala Kurdistanê li ser xanî û navendan tê bilindkirin. Moralê Pêşmerge pir bilind e. Hêzên Pêşmerge bi taybetî pêşmergeyên êzîdî dîlanê dikin û dibêjin bijî Pêşmerge bijî Barzanî.
Duhî danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û karîn Şingalê dorpêç bikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî