July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 3162 kesan

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 3162 kesan

Hewlêr (Rûdaw) – Di erdhejên navend Meraş e û bi mezinahiya 7,7 û 7,6an çêbûn de hejmara kesên li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê mirin derket 3 hezar û 162yan, ya birîndaran jî derket 5 hezar û 235an.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wan navçeyên Mereş Bazarcik û Elbîstanê bûn, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşte 3 hezar û 162 kesan. Herwiha 5 hezar û 235 kes jî birîndar bûn.

Amarên taybet yên Cindrêsê gihştine ber dest me û heta niha li wî bajarokî 756 kesan canê xwe ji dest dane û 257 avahî û xanî  herfîne û ziyan gihiştiye hezar û 100 xaniyan. Duh 60 kes ji bin kavilan hatin derxistin, lê bi tenê 5 ji wan sax bû  yên din hemû miribûn.

Li gorî nûçeya SANAyê ya hikûmeta Esed, di erdhejê de li parêzgehên Heleb, Lazqiye, Hema û Tartûsê yên di kontrola hikûmeta wî welatî de hezar û 262 kes mirin, 2 hezar û 285 kes jî birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ji aliyê xwe ve ragihand ku li Efrîn û navçeyên opozyonê heta niha zêdeyî 1900 kes mirine  û zêdeyî 2 hezar û 950 birîndar, 418 avahî bi temamî herfîne û ziyan gihştiye 1300 avahiyên din.

Saziyên civakî yên sivîl ji bo herêmên li bakurê Sûriyeyê bang dikin ku bila bi lez û bez alîkarî bên kirin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi