July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ziyanpêketiyên Efrînê pêwîstî bi alîkariyên bilez hene

Ziyanpêketiyên Efrînê pêwîstî bi alîkariyên bilez hene

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke mezin ji koçberên Efrînê ku li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ziyan ji erdhejê dîtine xwe li kampên koçberan li navçeyê girtin. Ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî nêzî 1200 malbatî gihiştine kampan. 3ê koçberên Efrînî ji Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe dikin.

Kampên koçberên Efrînê li navçeya Şehbayê ji bo ziyandîtiyên erdhejê bûne penageh. Koçberên Efrînê yên li navçeya ber edhejê ketine xwe li kampên hevwelatiyên xwe li navçeyê girtine.

Çavkaniyên ku ji nav kampan ji Rûdawê re axivîne, dibêjin pêwîstiya ziyandîtiyan a bilez bi alîkariyê heye. Li navçeyê û li Helebê jî pêwîstiya xelkê Efrînê bi alîkariyê heye û daxwaz li kesayetî û rêxistinên xêrxwaz dikin ku alîkariya bilez bo wan pêşkêş bikin.

Evîn Memo ji Efrînî ye û li gundê Til Qirahê di erdhejê de birîndar bûye û xwe li kampeke Şehbayê girtiye.

Koçbera ji Efrînê Evîn Memod ji Rûdawê re wiha behsa kêlîka erdhejê kir: “Erdhejiya ez ji hundirê malê reviyam derketim. Kevirek li pêyên min ket û yek jî li pişta min ket û ez birîndar bûm. Xaniye me jî wêran bûye. Em niha newêrên herin têkevinê, eger em têkevinê Xwedê neke bihilweşe em dê di bin de bimînin.”

Zînet Ebdulrehman Mihemed, hevwelatiya Efrînî li Ehdas koçber bûye, ji ber erdhejê hatiye nav kampê û li nav malbateke koçber bûye mêvan.

Koçbera Zînet Ebdulrehman Mihemed ji Rûdawê re behsa rewşa xwe kir: “Em çûbûn mala lawê me Xidas. Em di xewê de bûn saet çar bû, erdhejiya û xanî çûn û hatin. Em derketin derve me nezanî em bi kîjan alî ve birevin.”

Heyat Ehmed, nişteciya bajarokê Cindirêsê ye. Ew ji herdhejê rizgar bûye û xwe li kampên Şehbayê girtiye. Li konê malbateke koçber bûye mêvan. Ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe dike.

Rizgarbûya ji erdhejê Heyat Ehmed jî got: “Ev xelkê Cindirêsê ne, dema erdhej çêbû me zarokên xwe rakirin em derketin. Gelek xelkê me heta niha li Cindirês û Hemamê di bin kavilan de mane. Hinek mirovên me mirine û hinek birîndar in û çareserî ji wan re nayê kirin û derman nînin. Îro 4 ro in di bin kavilan de ne.”

Ji herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyên yên kurdnişîn li Helebê jî, hejmareke mezin ji malbatan xwe li navçeya Şehbayê girtine.

Çavkaniyekê ji navçeyê ji Rûdawê re got, nêzî 1200 malbat ji herdu taxan gihiştine navçeya Şehbayê.

Heman çavkaniyê da zanîn ku pêwîstiya navçeyê û kampên wê bi alîkariyên mirovî yên bilez heye. Heta niha tu alîkarî ji bo navçeyê û ziyantîtiyên erdhejê nehatiye şandin. Di demekê de, ku ji xwe pêwîstiya koçberên navçeyê bi alîkariyan heye.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi