July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Belavkirina selikên xwarinê li xwendekarên Şengalê yên li Bahzanê dijîn

Belavkirina selikên xwarinê li xwendekarên Şengalê yên li Bahzanê dijîn
Tora Laliş (Bahzanê)
Duh li hola Lalişê ya navçeya Bahzanê bi piştevaniya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi hevkarî û hemahengiya li gel beşa xwandekaran ya desteya bilind a navenda Lalişê, navenda me (Navenda Laliş ya rewşenbîrî û civakî, tayê Bahzanê) selikên xwarinê ji bo xwendekarên Şengalê yên ku li Bahzaniyê dijîn belav kir.

Di dema dabeşkirinê de birêz Raad Tariq berpirsê navendê spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo piştevaniya wan bo xwendekarên Şingalî.

Di belavkirinê de birêz Bedireddîn Herkî berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Mûsilê û şanda pê re, berpirsê navenda polîsê Başîqa Kaptan Rexîd Xadir û birêzên desteya bilind a Dezgeha Xêrxwaziyê amade bûn. Bingehê Laliş birêz Cuma Îlyas Selîm Ebdîko, Xanim Diaryen Xedîda Xelef û Dr. Munib Seydo berpirsê beşa xwendekaran li Bingehî û birêz Rexib Reşîd û berpirsê rêxistina Barzan aPartî Demokrata Kurdistanê amade bûn. , û birêz Cuma Xelîl Silêman, endamê komîteya herêmî di amade bûn .

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi