Zarokeke Kurd a Êzdî ji Kampa Holê hat rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Zaroka Kurda Ezidî ya bi navê Canê Heyder ji kampa Holê ya li Hesekê hate rizgarkirin.
Mala Êzdî li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdsitanê ragihand ku, bi hevahengî ligel Rêveberiya Kampa Holê û Hêzên Ewlehiyê li wê kampê, zaroka Êzdî ya bi navê Canê Ziyad Heyder a 15 salî ji nav Kmpa Holê hate rizgarkirin.
Di daxuyaniyekê de, Mala Êzdî tekez kir ku “Canê Ziyad Heyder li cem wan e û ew zarok ji gundê Solax ê ser bi Şingalê ye û sala 2007an ji dayîk bûye. Ew jî ligel hezarên jin û zarokêan li ser destên çekdarên DAIŞê, 03/08/2014yan hatibû revandin niha li cem Mala Êzdî ye.”
Tê zanîn ji sala 2019yan ve, piştî şikestina çekdarî ya DAIŞê li Baxozê, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê û kesnê revandî li nav Kampa Holê û Kampa Roj hatin bicihkirin û her demekê hinek ji wan kesên revandî têne naskirin û rizgarkirin.
00CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî