Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan: Heta neha 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosaîd îye.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan diyarkir ku bizavên wan di berdewamin digel yunîtad û hikumeta herêmê jî bi cidî li ser vê keysê û keysa Şingalê bi giştî kar diket, Daku ewa bi serê Êzidiyan da hatî wek cînosayd bête naskirin, Li ser astê nêv dewletî jî heta noke 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosayd nasandiye.
Hisên Qasim Hesun, Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan bo rojnama dengê Laliş aşkerakir, Heta neha 15 welatan tawana da’işê dijî Êzidiyan encam day bi cînosayd naskirîne û danpêdan pêkirîne li ser binemayên yasayî û ev pêngav gringe, Herwesa rolê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo piştevanîkirina keysa Êzidiyan bilind di nirxînîn û serkeftinên baş li dor vê keysî hene sebaret cînosaydê, Dîsan li dawî raporta Yunîtad da hatiye li dûv lêkulînya wan ya serbexo eva bi serê Êzidiyan da hatî tawana cînosaydê ye û ev yek jî pêngaveka gelek başe ji bo Êzidiyan û kartêkirina Yunîtad li ser welatan heye, Ku pitir vî keysê bi cînosayd nas bikin. Dupatkir jî bizavên wan di berdewamin digel Yunîtad û hikumeta herêma Kurdistanê jî bi cidî li ser vê keysî û keysa Şingalê bi giştî kar dike, Daku ewa bi serê Êzidiyan da hatî wek cînosayd bête naskirin û bizavan dikeyn hemû welatan bînne ser hêl daku danpêdanê bi cînosaydê bikin, Zêdebarî hindê ew welat û perlemanên danpêdan bi cînosaydê kirîn pitir danpêdana siyasî bûye.
Derbarey gorên bikom li Şingalê got: Gorên bikom dîdevanin li ser tawanên da’iş dijî Êzidiyan û ev gorên bikom mezintirîn belgene jibo keysa cînosaydê, Zêdebarî hebûna goran gelek belgeyên dî jî li ber destê wan hene,Neha hemû gorên bikom li dûv standartên cîhanî hatîne sîmkirin û kar li ser van goran dête kirin, Ku heta neha 87 gorên bikom li Şingal û dewruberên wê û 39 ji wan hatîne vekirin li Gundên Koço û Solax û Herdan û Qinê û Senterê Şingalê û ta neha 146 rufatên wan şehîda hatîne naskirin bi rêya pizîşkiya dad li bexda, Hikumeta herêma Kurdistanê û wezareta şehîd û enfalkiriya rolekê mezin divî babetî da heye jibo vekirina goran û tîmê hikumeta herêmê yê vekirina gorên bikom hatîne meşiqdan li ser astê nîv dewletî û karekê mezin encamdayîne.
Li dawiyê got: Heta neha nêzîkî 450 rufatên gorên bikom hatîne dîtin û hatîne rewanekirin bo pizîşkiya dad li bexda bo naskirina wan kesan, Daxwaz dikeyn xelk sampilên xûnê biden daku karê wan baştir birêve here, tîmê Yunîtad sampilan li Elmanya jî werdigire ji Êzidiyan.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî