July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hunermendeka Êzidî dê bi gelek zimanêt Cîhanî Sitrana bêje.

Hunermendeka Êzidî dê bi gelek zimanêt Cîhanî Sitrana bêje.
Dengê Laliş: Salar Fayz
Keça Hunermenda Êzidî xelka Corcîya neha li welatê Almanya jiyan dike, ji rojnama Dengê Laliş ra jiyana xwe ya hunarî bi vî awayî anî ziman: Li sala 2015 yekemîn sitrana xwe min belavkir bi navê ” Avêst Dilê Min”. Her ji Zarokînîya xwe min hez ji Sitrangotinê kirye ji ber ez bixwe ji binemaleka hunerdostim. Dapîrka min sitran digotin û xalê min sazvan bû di çû dawet û konsêrta, ji alîyekî dîve huner digere li nava xwîna min da. Ez gelek daxbar bûm bi dengê hunermendêt mezin wek ” Ayşêşan, Aram Tîgran, Karapîtê Xaço, û Şehrîbana Kurdî …), min gelek guhdarîya van hunermenda dikir li radîoya Dengê Êrîvanê.
Her wesa Avêsta bahas berhmêtên xwe kir û got: Heya neha min Çar kilêp hene , Sê bi zimanê Kurdî û êk jî bi zimanê Rûsî, û li Paşerojê min pilan heye ez Sitrana bi gelek zimanêt cîhanî bêjim wek (Ingilizî , Almanî, Yonanî, Armanî, Hindî …) da ku cihanê guh li hunera kurdî û Êzidî hebe .

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi