July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Malek bi berdewam harîkarya zarokên sêwî di ke

Mala Beşîr Korye ya xêrxwazîyê ye berdewama di xizmeta zarokêt sêwî de
Camal Kodî/ Dangê Lalish
Piştî komkujiya devera şingal û bi hezaran kes buyne qurbanî, zarok jî ji vê qurbanî danê bê behir nebun û çendîn zarok mana sêwî.
Ji bo çavdêrî û xudankirina wan, xêrxwazê Ezidî xudê jê razî Beşîr Korîye mala sêwîya Koriye li komelgeha şarya vekir. Ev cihe ta niha bi piştevanîya birayêt wî yê berdewame li ser xizmeta xwe.
Xanim Şemal Selîm Şemo rêvebera mala beşîr korîye ya sêwiya bo rojnama Dengê laliş got: Ev cihe li havîna sal 2019 taybet bo xudankirin û çavdêriya zarokêt sêwî ji layê xêrxwaz xudê jê razî Beşîr Korîye ve hate vekirin, û piştevanîya darayî hemu ji layê wî ve di hate mezaxtin, û niha jî bi piştevanya birayêt wî kar berdewam birêve diçit.
Navbirî diyar jê kir ku li destpêkê 30 zarok bûn, lê li qonaxêt destpêkîyê eva ya bizehmet bû ji bar hindê 15 ji wan hatine veguhastin bo malê kes û karêt wan. Her wesa 370 zarokên dijî wek pirojê îndîmacê heyne lê na nivin tine bo dabeşkirina harîkariya u pişkdarî di çalakîya de amade dibin ji ber nebuna cihî. Ev zaroke jî 5-13 salî ne, mamostayêt taybet heyne, li demê qutabxane vedibit programê xundinê bo wan dibêjin, û li bênvedana havînê xolêt cora û cor wek computer, mozîk û şêwekarî bo wan di êne vekirin.
Derbarey wergirtina kesên nû li male sêwîya Xanim Şemal got: Ji ber nebuna cihî em nikarîn berdewam kesên nû wergirîn, tine haletekî cuda nebit, çinku ta niha em bi çu cihêt fermî ve nehatîne girêdane bi tine hindek cara rêveberiya cavdêriya civakî kerstêt xwarnê dabîn diket. Ta niho em di berdewamin, lê eger hikumet jî bi rêkêt xwe harîkar bit dê bitir karn xizmeta wan sewîya biken

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi