May 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Cemal kodî: Giringiya parastina Belgenama li dor cînosaydê

Giringiya parastina Belgenama li dor cînosaydê
Cemal kodî
Her miletek li her weltekî cîhanê demê tuşî komkujiyê dibit, ji ber her egerekî hebit û ji layê kê vebit , pêtivî bi belgename û dikyomêntêt bawer pêkirî dibit ta ku bi fermî danpêdan pê bihête kirin eger çend dem jî bi serve çobit. Ji ber ku ew dibine baştirîn Belge ji bo fermîkirina wê komkujyê li ser astê nafxoyî û nîvdewletî.
Giringiya komkirin û parastina Belgenamêt girêday komkujiya şingal erkekekî pîroze. Renge ji tebaxa sal 2014 an ta niha bi her rêk û alavekî hebit çendîn wêna û dikyomênt li dor vê karesata dilşewat û dîrokî hatibin parastin, bigere ji çîrokêt rizgarbuya û wênêt qurbaniya û gorêt bi kom ji bilî dahênanêt edebî û honerî, evejî di zivirit bo karîgrya Soşyal Medyaya serdem bi tav corêt xwe ve.
Jibo zengînkirin û bitir rêxistina van belgenama berî bihêne windabun, pêngavek başe eger bi rêka tîmêt pispor û dezgehêt taybetmend bi hevkarî ev erşîf û belgename bihêne jêk cudakirin û li cihêt taybet bihêna parastin, da ku bi senahîtir mifa jê bihête wergitin ji bo her cihekî bit. Her wesa fere di Mozexane û Pirtûkxanêt taybet de bihêna parastin, da demê şandêt nivîskar û rojnamevanêt biyanî ji derve seredana kurdistanê diken zûtir pê agehdar bin.
Her wasa eger pêşangehêt taybet li cihêt cuda cuda li dor vê cînosaydê bi rêka nimayişkirina van belgenama, bitaybetî di salvegerêt cînosaydê de bihêne vekirin renge bitir bihêna nîşandan û parastin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi