Mesrûr Barzanî peyamek arasteyi êzdîyên Kurdistan û cîhanê kir
BasNews– Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî êzdiyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cihanê kir.
Serokwezîr di peyama xwe de hêvî xwestiye kurdên êzdî di atmosferaka aştî asayîş û seqamgîr û pirxweşî de cejna xwe pîroz bikin.
Herwiha Mesrûr Barzanî dûpat jî kiriye ew dê di xizmetkirin û piştevanîkirina ‘’xuşk û birayên êzdî’’ berdewam bin.
Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi helkefta hatina cejina Cemayê, germtirîn pîrozbahîyan li tevaya xuşk û brayên êzîdî li Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdarim di seqayekê aşitî û tenahî û pir xweşiyê da, vê cejinê derbaz biken.
Divê helkeftêda, dûpat dikin ku herdem dê di berdewam bîn li ser pşitevaniya maf û daxwaziyên xuşk û birayên êzîdî û bêtir xizmetkirina wan.
Cejina Cemayê pîroz be û bimînin bixêr û xwşeşiyê.
Mesrûr Barzanî
00CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî