July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Hewlêr (Rûdaw) Dadgeha Duhokê îro derbarê dosyeya kuştina kesekî Kurdê Êzdî û keça wî Axîn a 6 salî civiya û di dawiya divînê de ji bo kujerê Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da. Dayika Axînê dibêje, ez dixwazim li ber çavê min biryara darvekirina wî cîbicî bikin.

Îro Çarşembî 5ê Cotmeha 2022an yekemîn civîna Dadgeha Duhokê ji bo darizandina kujerê Axîna 6 salî û bavê wê hat lidarxistin.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê Eyûb Nisrî ragihand, ji ber ku belgeyên temam û dirist derbarê dosyeyê de li ber destê dadgehê hebûn, dadgehê di kêmtir ji du demjimêran de derbarê dosyeyê de biryara xwe de û biryar da ku kujerê Axînê û bavê wê Farûq Mîrza Xelef bê darvekirin.

Sêvê, dayika Axînê li pêşiya avahiya Dadgeha Duhokê ji peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nisrî re axivî û ragihand, gelek keyfxweş im bi vê biryarê.

Sêvê got, Hinekî dilê min aram bû, lê eger bidana destê min û min bi xwe darve kiriba, dê xweştir ba.

Dayika Axîna 6 salî diyar kir, dema ku wê kujerê hevjînê xwe Farûq û Axîna keça xwe li dadgehê dît, “hest bi êşeke mezin kir” û got, çimku heta niha jî wêneyê wan li ber çavê wê ne û ji bîr nake.

Sêvê got, “Ez dixwazim li ber çavê min cezayê darvekirinê li ser kesê tawanbar bihê cîbicîkirin.”

Roja 4ê Tebaxa 2022an Kurdekî Êzdî bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya 6 salî ya bi navê Axîn li gundê Hesen Reşo yê ser bi navçeya Zaxoyê ve winda bûbûn, piştî 4 rojan di şeva 8ê Tebaxê de polîsan termê Farûq Mîrza di nav baxekê de li taxa Bêdarê ya Zaxoyê dîtin, lê çarenivîsa zaroka 6 salî bi nediyarî mabû.

Bi hewldanên hêzên polîs, termê Axîn Farûq a 6 salî jî şeva 11ê Tebaxê hat dîtin.

Şeva 11ê Tebaxa 2022an jî Polîsê Duhokê aşkere kiribû ku Polîsê Nehiştina Tawanan li Duhokê piştî berhevkirina zanyariyan, kujerê Farûq Mîrza Xelef û keça wê Axîn a 6 salî li Taxa Serhildan a Zaxoyê girtine.

Farûq û keça xwe ya biçûk Axîn, roja Pêncşembê 4ê Tebaxa 2022an demjimêr 11:00 berî nîvro li Zaxo ji mala xwe derketibûn û nevegeriyabûn.

Farûq Mîrza kurdekî Êzdî bû ku ji sala 2014ê ve û piştî êrîşên DAIŞê koçber bûbû û li kampa Çemişko ya li navçeya Zaxoyê dijiya.

Xwîşkeke Farûq Mîrza Xelef li pêşiya Dadgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand, dema wê li dadgehê kujer dîtiye, çavên xwe girtine. Wê herwiha got, “eger ji ber dadgehê neba, me dê bi leqan ew xwariba.”

Ew xwîşka Farûq daxwaz ji desthilatdarên Herêma Kurdistanê dike ku “di demeke nêzîk de” cezayê darvekirinê bi ser kujerê Axînê û bavê wê de cîbicî bikin, daku bi gotina wê tawanên wisa dubare nebin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi