Serok Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî peyamek belav kir
BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de tekez kir, divê tevaya aliyan kar ji bo xurtkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de bikin.
Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ arasteyê Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xweşî û aramî ya xwişk û birayên Êzidî û bişên hemû salekê cejn û xweşiyên xwe bi aştî û asûdeyî saz bikin.
Her bi vê helkeftê, em dakokiyê dikin ku pêdivî ye hemû alî kar ji bo bihêzkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê û biratî û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.
Mesûd Barzanî
6ê Cotmeha 2022yan
00CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî