Kareseta Şingalê di mozexaneyên Amerîka de tê parastin
Çavkanî : BasNews
Serokê Firekesyna Birayetî û Pêkvejiyanê ya Civata Parêzgeha Nînewa Seydo Çeto ragehand ku, Amerîka razîbûna xwe jibo parastina kareseta Şingalê nîşandaye û cihekî taybet di mozexana Helekost Waştin hate terxan kirin.
Seydo Çeto ji BasNews re ragehand: “Hejmarek mezin ji dêkomênt û wêneyên kareseta Şingalê jibo mozexna Waştin hatine şandin û li wir wê werin parastin wek parçeyên vîdiyoyên revandina keçên û zarokên Kurdên Êzidî, goreyên bikom û wêneyên corbicor dê hetahetayî dê di mozexaneyên de bimînin.”
Seydo got: “Kareseta Rewanda, Sirîlaniyom û zindanên Rêjîma Beşar Esed li Sûriyê hemû di mozexaneyên Amerîka de hatine parastin, mozexaneya Helokost razîbûna xwe jibo parastina dêkomênt û şûnewarên kareseta Şingalê nîşandaye.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
