Amerîka bi Kurdistanê re protokola leşkerî îmza kir
Çavkanî : Rûdaw
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî protokola di navbera Herêma Kurdistanê û Amrîkayê de protokola leşkerî hate îzmekirin.
Protokola di bin çavdêriya Barzanî de ji aliyê Wezîrê Nevxwe û Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî û Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Elissa Slotkin ve hate îmzekirin.
Li gor protokolê dê Amerîka alîkariya leşkerî û darayî bide Herêma Kurdistanê û wê ev protokol jî heta dawiya şerê li dijî DAIŞê derbasdar be.
Berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dikin ku ev yekemîn protokola leşkerî û darayî ya di navbera Hewlêr û Washingtonê de ye
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî