July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li kampê filmê xewna penaberan

Li kampê filmê xewna penaberan

Hewlêr (Rûdaw) – Li kampa Zeterî ya penaberên Sûriye ya li Urdunê, yekem car e fîlemek dokûmênterî tê pêşandan.

Di film de behsa du ciwanên penaberên kampê dike, xewna wan ew e ku bibin lîstikvanên navdar ên fûtbolê. Navê fîlmê Kaptanên Zeterî ye û herdû lîstikvan jî du ciwanên kampê yên bi navê Mehmûd Daxir û Fewzî Qetlîş in.

Penaberekî Sûrî li Kampa Zeterî Mehmûd Daxir dibêje “Hestekî gelekî xweş e, dema tu li kampa Zeterî bî û her kes te bibîne ku behreya te ya fûtbolê heye. Nerîna xelkê Cîhanê ew e ku pêdiviya penaberan tenê bi xwarin û vexwarinê heye, lê ne wihaye, xewn û armancên penaberan jî hene, ku bibin lîstikvan, hunermend wênekêş an çi behreyeke din be.”

Hejmarek ji nûnerên rêxistinên mirovî yên navdewletî, herwiha yên Komisyona penaberan a Neteweyên Yekbûyî UNHCR beşdar bûn û li vê fîlmê temaşe kir.

Nûnerê UNHCR li Urdunê Dominik Bartsch got “Bi nerîna min peyameke fîlmê ya mezin heye. Xelk li penaberên kampê dinêre wek kes ên dûr ji her tiştî, tenê di kampê de dimînin. Lê xelkên lampê jî xewnên wan hene û hêviyên wan hene. Divê Cîhan hemû bizanibe ku dema tu li nava kampê bijî, hîn derfet bo te heye û divê tu bi pey xewnên xwe bikeve.”

Li gorî amarên Komisyona penaberan a Neteweyên Yekbûyî UNHCR derdora 670 hezar penaberên Sûrî li Urdunê li cem wan hatine tomarkirin, 80 hezar ji wan li Kampa Zeterî ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi