July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Xelata Zara Mihemedî hat ragihandin

Xelata Zara Mihemedî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) Dezgeha Kurdşop ku kar li ser pêşxistina zimanê Kurdî dike, eşkere kir, ew dê di salvegera zindanîkirina wê de bi navê Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî xelatekê belav bikin.

Kurdşop daxuyaniyek belav kir û jibilî şermezarkirina zindanîkirina Zara Mihemedî, ragihand, “Cezakirina Zara Mihemedî, berdewamiya desthilatdarên Îranê ye li ser siyaseta serkutkirina netewa Kurd.”

Hewlên dilsoz û wanebêjan

Di daxuyaniya wê dezgehê de hatiye gotin, “Di 100 salên derbasbûyî de desthilatdarên Îranê hewl dane zimanê Kurdî jinav bibin, lê bi hewlên dilsoz û wanebêjan, zimanê Kurdî roj li pey rojê pêş ket û wek sereketirîn pênasa nasnama netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ket nav laşê civakê.”

Kurdşop dibêje, ew xwedî li Zara Mihemedî derdikevin û eşkere dike, salane roja 8ê Çile ew dê bi navê Zara xelatekî pêşkêşî baştirîn wanebêj û çalakvana/ê zimanê Kurdî bikin û “em dê bîranîna Zara Mihemedî bikin hêma û sembola xebata li dijî serkutkirina zimanê Kurdî.”

Rêveberê Dezgeha Kurdşopê Wilat Qadirî derbarê dabeşkirina xelatê bi navê Zara Mihemedî de, îro ji Rûdawê re ragihand, “heta niha nehatiye diyarkirin ka xelat dê çi be û dîzayn jî nehatiye kirin, lê lijneyek ji şarezayan hatiye pêkanîn û roja 8ê Çileya 2023 em dê di merasîmekê de yekem Xelata Zara dabeş bikin.”

Karên li ser pêşxistina Kurdî

Wilat Qadirî amaje bi wê jî kir, salane çendîn kes dê bên diyarkirin ku kar li ser pêşxistina zimanê Kurdî kirine û di nav wan de jî yek dê wek wergirê/a Xelata Zara bê hilbijartin û got, “Ne merc e kesê/a tê xelatkirin tenê ji Rojhilatê Kurdistanê be, dibe ji perçeyên Kurdistanê yên din an her cihekî din be jî. Ya girîng ew e ku kar li ser pêşxistina zimanê Kurdî kiribe.”

Dezgeha Kurdşop, Newroza 2021an hat damezrandin, ji aliyê komeke çalakvanên kultûrî û edebî yên ciwan ve tê birêvebirin û li ser pêşxistina kultûr û zimanê Kurdî kar dike.

Kurdşopê li torên civakî hejmareke rûpelên taybet hene û yek ji karên sereke yên vê dezgehê danîna kursên online e ji bo fêrkirina zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî).

Zara Mihemedî

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, bi 5 salan hat cezakirin.

Rêveberiya Dadê ya Parêzgeha Sine mamosteya Kurd daxwaz kiribû û Zara Mihemedî roja 08/01/2022, li gel hejmareke welatiyan çû ber zindana Sine û berî radestbûna bo zindanê, tekez kir, “di zindanê de baweriya min a bi hizir û karên min dê bihêztir bibe.”

¤¤¤

Niha jî helbesteke kurdeke Yekîtîya Sovyeta berê Xaylaza Reşîd ser Zara Mihemedî bixwînin û bizanibin ka çawa keçeke ku pêşîyên wê ji Bakur in, li Sîpana gundê Fêrîkê Ûsiv mezin bûye û xwendîye, dû ra berê xwe daye Gurcistanê, lê li her deran bi welatê xwe, bi miletê xwe, bi zimanê xwe ra bûye.

ZARA !…

Lêlê xûşkê lê Zara

Kulîlka der bihara,

Zar-zimanê dildara

Ketî destê neyara.

Zimanê te wek şûre

Şîrine bê qisûre

Lê dibare gul-nûre

Lal û durre, ferfûre.

Mîna Ferat dikişe

Munzûre xuşe-xuşe

Ew gezo ye ne tirşe

Rab alemê bipirse.

Zimanê te dewra tê

Ew ava avilheyatê

Dinya kete hucetê

Ku bînin ber mîratê.

Zimanê te hebûne

Xwezayê da beybûne

Em şagirtin, fêr bûne

Roniya çeva şabûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi