July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî zarokên nexweş ji bo tedawiyê dişîne derveyî welat

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî zarokên nexweş ji bo tedawiyê dişîne derveyî welat

BasNews– Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand; her malbateke ku pêwîstiya zarokê wan ji bo tedawiya li derveyî welat hebe, zarokê wan dê li derveyî welat were tedawîkirin.

Li gor daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, her zarokekî nexweş, ku li jêr 12 salî bin, bi hemahengiya ligel rêxistineke Almanî, ji bo tedawiya zarokên nexweş alîkarî dê were kirin.

Hat diyarkirin; zarokên nexweş ku divê li derveyî welat tedawî bibin û rewşa darayî ya malbata wan xirab e, an jî lêçûna neştergeriya li nav Kurdistanê gelek be, dê ji bo tedawiyê bo derveyî welat werin şandin.

Herwiha hat destnîşankirin; ji roja pêncşemê 06/01/2022 heta roja 13/01/2022yan dikarin dosyeya nexweşên xwe bişînin e-maila medical.team@bcf.krd an jî di vê dema diyarkirî de serdana dezgehê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi