July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PDK û YNKê biryar dan

PDK û YNKê biryar dan

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên polîtburoyên PDK û YNK’ê piştî hilbijartinên 10’ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê cara yekem hatin cem hev. Di civînê de PDK û YNK’ê ji bo li Bexdayê bi hev re tevbigerin li hev kirin.

Polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li navenda PDKê ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê civiyan.

Li ser navê PDKê endamên Polîtburoyê Hoşyar Zebarî, Nazenîn Mihemmed, Erefat Kerem û Omîd Sebah, û li ser navê YNKê jî Îmad Ehmed, Aso Mamend û Xalîd Şivanî beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê Hoşyar Zebarî ji çapemeniyê re axivî û got “Berê biryara me ya avakirina komîsyonên hevbeş hebû, me li ser karên van komîsyonan gotûbêj kir. Me rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên PDK û YNKê gotûbêj kirin. Me fikr û biryara xwe ya ku em bi hev re tevbigerin dubare kirin. Em ê li Bexdayê bi hev re tevbigerin.”

Zêbarî bi bîr xist ku endamên nû yên Parlamentoya Iraqê dê di 9ê Çileyê de yekemîn civîna xwe pêk bînin û wiha berdewam kir “Me li ser mijara xebatên avakirina hikûmeta nû û mijara xebatên beşdarbûna hevbeş ên di parlamentoyê de gotûbêj kir. Em dixwazin bi partiyên din ên Kurd re bi hev re tev bigerin. Ez bawer im eger em bi hev re tevbigerin em ê bihêztir bibin.”

Yek ji berpirsên YNKê Îmad Ehmed jî wiha got: Em ji bo garantîkirina mafên kurdan û Herêma Kurdistanê diçin Bexdayê. Di vê hevdîtinê de me behsa wê yekê jî kir ku ji bo em bibin hevparê rasteqîne di kabîneya nû ya Bexdayê de di Iraqa federal a nû û demokratîk de, çi pêwîste were kirin.”

Civîna duyemîn li Silêmaniyê

Li aliyê din şandeke polîtburoya PDKê ku Hêmin Hewramî û Xesro Goran ve pêk dihat li Silêmaniyê ligel YNKê civiyan.

Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a piştî hevdîtinê de hat destnîşankirin ku her du alî li hev kirine ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên lidarxistin.

Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên 10ê Cotmehê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 31 kursî bi dest xistibû û Hevpeymaniya Kurdistanî ya ku ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê (Goran) ve  hatibû damezrandin 19 kursî bi dest xistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi