June 17, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

NY: Nêzîkî 2 milyon welatiyên Sûriyê aware bûne

Sûriye-Aware

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsariya bilind a penaberan a Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, ji destpêka bûyerên Sûriyê ve heta niha awareyên Sûriyê nêzîkî 2 milyon dibe û 4 milyon kes jî li nav welêt de bûnye aware. 

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardian a Brîtanya, komîsarê bilind ê penaberan ê NY Antonio Gotrîs ragihandiye ku ji ber bûyerên Sûriyê ku ji Adara 2011an ve heta niha didome, gelek welatiyên Sûriyê ji welatê xwe reviyane û penaberî welatên din bûne.

Li gorî nûçeyê, komîsariya penaberan ji Brîtanya û welatên din ên rojava xwestiye penaberên Sûriyê werbigirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li gorî amarên NY, hejmara penaber û awareyên Sûriyê nêzîkî 2 milyon kes dibe û wiha hat ziman: “Lê ji aliyekî din ve jî tirsa wê heye ku penaberên sûrî mîna penaberên salên 1948 û 1967 ên filistînî venegerin welatê xwe û li wan welatan de bicîh bibin.”

Li gorî daxuyaniya komîsariya penaberan, li Libnanê ji her 6 kesan yek jê penaberên Sûriyê ne û her wiha li Ordunê jî kempa penaberan a bi navê Zeiter her ku diçe mezin dibe û wisa lê hatiye ku bûye çaremîn bajarê mezin ê wî welatî.

Li gorî amarên dawî, nêzîkî 160 hezar penaberên Sûriyê jî li Herêma Kurdistanê ne ku piranî kurdên rojavayê Kurdistanê ne.

Ji aliyekî din, sekreterê giştî yê NY Ban Kî Moon îro (25.07.2013) ragihand, hejmara kuştiyên bûyerên Sûriyê ji 100 hezarî derbas bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi