July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Mesûd Barzanî: Dikarin me bikujin, lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin

Serok Mesûd Barzanî: Dikarin me bikujin, lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin

Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê got, “Dikarin me bikujin, lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin.”

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

“Zilm û neheqiyeke eşkere ne”

Serok Mesûd Barzanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Her kes dizane ku ji sala 2020î ve Hewlêr ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê û hêzên hevpeymanên wê ve bi dehan caran rastî êrişên nerewa yên mûşekî û dronî hatiye.

Ev êrîş li dijî gelê Kurdistanê zilm û neheqiyeke eşkere ne.

Berpirsên van tawanan û yên li pişt êrişên li Hewlêrê baş dizanin ku buxtan, hincet û îdiayên wan bê bingeh in û ji bo nixumandina pirsgirêk û aloziyên xwe vê destdirêjî û zilmê li Hewlêrê û gelê Kurdistanê dikin.

Êdî sînorên sebira me hene. Di êriş û sûcê xwe yê dawî de şeva borî li malbatek bêguneh a Hewlêr komkujî kirin ku em vê yekê bi tundî şermezar dikin.

Guman tê de nîne ku ev êriş ne merdî ye û ne mêrxasî ye lê ji bo tawanbaran ev şerma herî mezin e.

Li vir ez ji gelên Îranê re diaxivim û me her tim rêz li gelên Îranê girtiye û wan jî destê dostanî û biratiyê dirêj kiriye.

Ez dixwazim wan piştrast bikim hincetên ku êrişkar ji bo tawanên xwe yên li dijî Hewlêr û gelê Kurdistanê derdixin, bê bingeh in û ji rastiyê jî dûr in.

Ez ji we daxwaz dikim, eger êrişkar rê bidin we, werin Hewlêrê û bi çavên xwe rastiyê bibînin û zanibin ku tawanbar û êrişkar çawa zilmê li gelê Kurdistanê dikin û îdiayên wan bêbingeh in.

“Em nikarin li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng bimînin”

Ew nikarin vê zilmê heta hetayê bidomînin û em nikarin li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng bimînin.

Peyama min ji berpirsên êrişên mûşekî û dronî yên Îranê re ew e ku şehîdkirina jin, zarok û sivîlên me ji bo we ne şanazî û serbilindî ye.

Dikarin me bikujin lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin.

Gelê Kurdistanê xwe dispêre Xwedê û rewatiya doza xwe. Xweda ji her zalim û hêzê mezintir e.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi