July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Ev êrîş gelek bê sedem in û nabe bi çi cureyekî bê bersiv bên hiştin.

Mesrûr Barzanî: Ev êrîş gelek bê sedem in û nabe bi çi cureyekî bê bersiv bên hiştin.

 

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024ê li Davos a Swîsreyê civîneke çapemeniyê li darxist û ragehand: ‘’Di vê êrîşa bêbahane û namerdane de Hewlêr bûye armanca êrîşê û mixabin kak Pêşrew û keça xwe şehîd bûn. Cîhê şehîdan beheşt be û hêvîya zû selametiyê ji bo birîndaran hêvî dikim. Ev êrîş û dijminkariye ti sedemekî wê tine û bê bahane ye û qasê me kariye me xwestiye xizmeta xelkê xwe bikin û peyvendiyên xwe li gel cîranên xwe pêşbixin. Ev êrîş gelek bê sedem in û nabe bi ti awayekî bê bersiv bimînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: ‘’Şeva borî êrîşeke bê bahane û namerdane de Hewlêr dîsa bû armanc û di encama vê êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, ji wan jî Kak Pêşrew û keça xwe û hin kesên din jî li malbata wî û hemwelatiyên din bûn qurbanî û birîndar bûn. Hêvîdarim cîhê şehîdan beheşt be û ji bo birîndaran jî hêviya selemetiyê dikim.’’

Serokê Hikûmetê got: ‘’Ev êrîş û dijminkarî li hember Herêma Kurdistanê tên kirin çi sedemekî wê tine û bê bahane ye. Em li Herêma Kurdistanê ya ji dest me tê me kiriye ji bo ku em bikarin zêdetir xizmeta xelkê xwe bikin û bi awayekî aştiyane peyvendiyên xwe li gel welatên cîran pêş bixin. Lê mixabin ev êrîş gelek bê sedem in û nabe bi çi cureyekî bê bersiv bên hiştin.’’

Barzanî got: ‘’Em dizanin Wezareta Derve ya Hikûmeta Federal a Iraqê jî beyanameyek belav kir, ku cîhê destxweşiyê ye û hêvîdarin civaka navdewletî jî herwaha alîkar be ji bo êrîşên ku ser xelkê bê tewan tên kirin û bê desthilat ên Kurdistanê bi dawî bibin û rê bidin me em bi aştî û bi azadî li welatê xwe bikarin jiyan bikin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi