Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi mebesta gihandina sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê, serdana Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 18.12.2023 serdana Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê kir û pirse û hevxemiya xwe bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, ji gel, serkirdatiya Kuweytê û Konsulê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd re ragihand.
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah roja 16.12.2023an di 86 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Dec-2023/1702897799photo1702897152%20(1).jpeg)
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Dec-2023/1702897792photo1702897152%20(2).jpeg)
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî