July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê Kuweytê dibe

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê Kuweytê dibe

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi merema tevlîbûna behiya Mîrê Kuweytê gehişt wî welatî û ji aliyê Mîrê Kuweytê yê nû Şêx Meşel Ehmed Cabir Sebah ve hat pêşwazîkirin.

Îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi Kuweytê ve bi rê keft ku tevlî behiya Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah bibe.

Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, Mîrê Kuweytê Newaf Ehmed Cabir Sebah di jiyê 86 saliyê de wexera dawiyê kir, bi wê hilkeftinê sê rojan bêhinvedan li sertaserî welatî û 40 rojan jî behî hat ragehandin.

Newaf Ehmed Cabir Sebah 25ê Hezîrana 1937ê hat ser dinyayê, 29ê Îlona 2020ê wekî Mîrê Qeterê dest bi karî kir. Ew kurê şeşê yê Şêx Ehmed Cabir Sebah bû û dadwerê berê yê Kuweytê bû.

Şêx Newaf wezîrê sêyê yê wezareta Navxwe û yê çarê yê Wezareta Begiriyê ya Kuweytê bû. Piştî Şêx Seed Ebdula Salim Sebah, wî dirêjtirîn dema serokatiya Wezareta Navxwe heye, ku ji sala 1976ê heta sala 1986ê ew post bi rê ve biriye. Herwesa di hikûmeta yekê ya piştî azadkirina Kuweytê de jî, wî serokatiya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî jî kiriye.

Piştî çend seetan ji wexera dawiyê ya Mîrê Qeterê, Şêx Meşel Ehmed Cabir Sebah wekî Mîrê Kuweytê yê nû hat diyarkirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi