July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

3 sal di ser koça dawiyê ya Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin

3 sal di ser koça dawiyê ya Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 3 sal di ser koça dawiyê ya Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin, ku ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dabû.

Îro 18/11/2023an, bi boneya salvegera sêyemîn a koça dawiyê ya Firset Sofî, merasîmek li ser gora wî ya li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin.

Nesret Sofî, birayê Firset Sofî ji K24ê re ragihand: “Cihê mixabiniyê ye ku Firset Sofî demeke kurt jiya, lê bi awayekî mirovî jiya. Hemû taybetmendiyên serkirdeyekî tê de hebûn, ew her gav di rêzên pêşîn de radiwestiya, da ku jiyana kesên din biparêze.”

Firsat Sofî 41emîn Parêzgarê Hewlêrê, piştî 30 rojî ji pêketina bi vîrûsa Koronayê, roja 18/11/2020an, di temena 42 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Firsat Sofî, di 21-5-1978an de li gundê Xezne yê navçeya Çomanê jidayik bûbû. Doktoraya wî di Yasayên Navdewletî de hebû. Li Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê mamoste bû.

Ew Endamê xula çarem a Perlemana Kurdistanê, endamê Desteya Rawêjkariya Yasayî ya Hikûmetê, endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê û endamê Komîteya Bilind a Çaksaziyê bû.

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya  Firset Sofî di peyama xwe ya sersaxiyê de ragihandibû: “Jidestdana kesekî dilsoz mîna Dr. Firset Sofî, ziyaneke mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi