July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Ez daxwazê ji we dikim ku hûn li vê salonê bi hev re guftûgoyeke jîrane bikin

Mesrûr Barzanî: Ez daxwazê ji we dikim ku hûn li vê salonê bi hev re guftûgoyeke jîrane bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Mijdara 2023an di Çaremîn Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn de ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê vê tê lidarxistin de gotara destpêkê pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got : “Kêfxweş im ku kesên beşdar ji çend welatên cuda hatine. Dostên ji welatên cîran û dûr, ez bixêrhatina we dikim û hêvî dikim ku têkiliyên me kûrtir bibin.”

Serokwezîr got: “Divê em amade bin ku têbigihîjin û bipejirînin ku hin mijarên ku li vir werin nîqaşkirin, ji bo me hemûyan metirsî ne. Zêdebûna germahiya gozemînê dê encamên pir xeternak ji bo herêma me û cîhanê çêbike, bêewlehiya xwarinê, kêmbûna avê û koçberiya girseyî leztir bike. Ev pirsgirêk jî nabin werin derenxitin. Pêlên germahiyê û lehî zêdetir bûne. Li gorî nîşanên herî dawî, pêşbîniyên bilindbûna pileya germê li Rojhilata Navîn pir nêzîk in ku rû bidin. Pêdivî ye ku em karekî çêtir bikin, da ku rê li ber belavbûna karbonê bigirin.”

Tekez kir jî: “Niha ne dema ku meriv xwe ji berpirsiyariyê vedizin an jî bêdeng bimîne û pirsgirêkan dûr bixin. Divê em ji bo berjewendiya giştî kar bikin, berî her tiştî wek hemwelatî, lê bi pîvaneke cîhanî kar bikin. Di rûbirûbûna dijwariyên ku em hemî pê re rûbirû ne, divê hest bi wê bikin ku cihê em lê dijîn, dê encamên xirab li ser me hebin. Wek mînak, Kurdistan nikare ji encamên germbûna Kuweytê rizgar bibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Me hemûyan dîmenên trajîk ên sivîlên bêguneh, zarok û extiyar dîtine ku bûne qurbaniyên şerekî din ê wêranker. Divê ev dîmen me şiyar bikin. Tundiya ku em dibînin qet ne çareserî ne û aştiyê nayîne, lê dibe sedema berdewamiya wêranî û karesatan.

Herwiha got: “Divê em ne tenê şer û tundûtûjiyê şermezar bikin, lê divê em çareseriyan ji bo pirsgirêk û nakokiyên hilawîstî bibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan çaverê bimînin, di dema ku em dikarin wan çareser bikin, berî ku ew ji kontrolê derkevin. Divê em cudahiyên hev qebûl bikin û fêr bibin ku bi hev re bi rêzdarî bijîn, ne ku li hincetan bigerin ku hevdu red bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Niha ku hûn li vir in, ez we han didim ku hûn tiştên ku wek em Kurdistanî pêşkêş dikin, hembêz bikin. Ez bi rêya we bang li hemû cîhanê dikim ku gavên ku me di warê aborî û jiyana hevbeş a aştiyane ya pêkheteyan de avêtine, bibînin. Gelek tiştên me hene ku em nîşanî cîhanê bidin, û ez we vedixwînim ku hûn beşdarî van gavan bibin.”

Di dawiyê de got jî: “Ligel destpêkirina vê korbendêm, ez daxwazê ji we dikim ku hûn li vê salonê bi hev re guftûgoyeke jîrane bikin. Ez hêvî dikim ku guftûgoyên me, dê bibin hander ji bo bîrokeyên nû û çareseriyên kirdarî.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi