July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Koşka Spî: Em daxwaz dikin hinardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê dest pê bike

Koşka Spî: Em daxwaz dikin hinardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê dest pê bike

Hewlêr (K24) – Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dike li ser mijara budceyê û daxwaz dike ku demildest hinardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê dest pê bike.

Koşka Spî ragihandiye, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li Amerîkayê ligel Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê bo Enerjî û Veberhênanê Amos Hochstein civiyaye.

Di civînê de Brett McGurk pêşwazî li rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye li ser mijara budceyê û daxwaz kiriye ku demildest hinardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê dest pê bike.

Roja 14ê Îlona 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi