July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezîrê Darayî: Ew pareyê ku Bexda dişîne, têra dabeşkirina mûçeyan nake

Wezîrê Darayî: Ew pareyê ku Bexda dişîne, têra dabeşkirina mûçeyan nake

BasNews – Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê ragihand, ew 500 milyar dînarên ku Bexdayê bi awayê qerz ji Hewlêrê re şandiye, têra pêwîstiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake.
Tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 4ê Îlona 2023an di konferanseke rojnamevanî de helwesta xwe ya derbarê mûçe û bûdceyê de eşkere kir.

Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab di konferansê de ragihand, hevdîtinên berê yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta Iraqê de encameke zêde nedane, mixabin piştre vegeriyan ser mîkanîzma deynê, ew deynê ku wek 500 milyar dînar hatiye terxankirin, têra pêwîstiyên me nake.

Diyar kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabeşkirina mûçeyên karmendan, pêwîstiya ya mehane bi 940 milyar dînar heye. Niha ti dahata me ya neftê nemaye û hemû dahatên neneftê jî ji bo hikûmeta federal têne jimartin. Me mehane nêzîkî 320 milyar dînar ji dahata neneftê heye, li gel 500 milyar dînarên Bexdayê, mûçeyê hemû karmendan dabîn nake.”

Destnîşan kir jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze danûstandinan ligel hikûmeta Iraqê berdewam bike, ji bo nehîştina neheqiya ku li Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Em bi wê pereyê ku Bexda ji Hewlêrê re şandiye, ne razî ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha li Dadgeha Federalî gilî li ser xerckirina rastîn kiribû, lê dadgehê heta niha bersiva qanûnî û destûrî nedaye.”

Li gorî Awat Şêx Cenab, “Hikûmeta Iraqê li gor xerciyên rastîn, Herêma Kurdistanê hesab nake û Herêm ji nava parêzgehên Iraqê dûr xistiye. Ji bo wan normal e ku hemû dahata me ya neftê û neneftê bistînin, lê di mafên darayî de hesaba me nakin û hesaba 15 parêzgehên din dikin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî di konferansa rojnamevanî de gotibû: Tiştê ku em di hikûmeta Iraqê de dibînin, siyaseta birçîbûnê û têkelkirina mafên gelê Herêma Kurdistanê bi pirsên siyasî re ye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi