October 12, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîrê Êzidiyan çend pirsên girêday rewşa Êzidiyan li Amrerîka gotubêj dike

Mîrê Êzidiyan çend pirsên girêday rewşa Êzidiyan li Amerîkayê gotubêj dike

Şandeke Kurdên Êzidî ya bi pêşengiya Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Amerîkayê bi rayedarên Koşka Spî û Wezareta Karên Derve ya wî welatî re civiya.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda ligel wî, bi Şêwirmendê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên  Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê Terry Wolff hevdîtin kir.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê ji bo Karûbarên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî, ji Rûdawê re ragihand ku Mîr Hazim Tehsîn Beg bi Terry Wolff  re pirsa parastina pêkhateyan li Îraqê, rewşa Kurdên Êzidî û vegera koçberan gotûbêj kir.

Bi gotina Dr. Xelef Şingalî, di heman hevdîtinê de rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hat gotûbêjkirin.

Dr. Xelef Şingalî ku endamê şandeyê bi Mîrê Kurdên Êzidî re ye got:

“Şêwirmendê Koşka Spî yê ji bo karên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê tekezî li ser piştgriya welatê xwe ya ji bo Kurdên Êzidî û parastina wan kir.”

Ji aliyeke din ve Mîrê Êzidiyan û şanda pêre bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîka re jî civiyan.

Di wê civînê de jî pirsên girêdayî Kurdên Êzidî û rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin.

Dr. Xelef Şingalî herwiha got, di hevdîtinan de behsa hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî û avadankirina Şingalê jî hatiye kirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi