July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokomarê Iraqê: Ez keyfxweşim ku beşdarî Mûzexaneya Serokê Mezin Mela Mistefa Barzanî dikim

Serokomarê Iraqê: Ez keyfxweşim ku beşdarî Mûzexaneya Serokê Mezin Mela Mistefa Barzanî dikim

BasNews – Îro 11.05.2023yê merasîma vekirina Mûzexaneya Netewî ya Barzanî bi serpereştiya Serok Barzanî û bi amadebûna Serokomar û Serokwezîrên Iraqê, nûnera Netewên Yekbûyî û nûnerên welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê ve destpê kir û Serokomarê Iraqê gotarek pêşkeş kir.

Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd di axaftina xwe de ragehand: Ez keyfxweşim di vê merasîma giring de li gel ve beşdarim ku Mûzexaneya Serokê Mezin Cenabê Mela Mistefa Barzanî tê vekirin û ji dil destxweşiyê li hemû xwîşk û birayan dikim ku ev saziye berhemanîne bo bilind ragirtina bîranînên cenabê Barzanî.

Serokomarê Iraqê diyar kir: Dîroka gelê me pêktê ji serwerî û serbilindiyan. Di dirêjiya bi dehan salên xebatên netewa me, kesên gelek mezin û xwedî karîzma hatine nav qada tekoşîn û kurdayetiyê, ku bi saya wan rêya xebata netewa me û rêbaza pîroz a kurdayeteiyê berdewam bû, ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me. Ji bo wê jî wek her gelekî zindî, serbilindin bi wan rêberên mezin ku di qonaxên xebata netewî de jiyana xwe bo gelê me cuda kirine. Pêwîste bandora wan rêberên mezin bi zindî bê hiştin û ji bo nifşên naha û paşerojê ew xebat bi wan bê nasandin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi