Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Pêşangeha Pîşesazî û Berhemên Navxweyî dibe
BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Gulana 2023an, serdana Pêşangeha Pîşesazî û Berhemên Navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bû.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Hewlêrê, 150 kompaniyên navxwe di pêşangehê de beşdar in û bo dema sê rojan berdewan dibe û di vî warî de yekem pêşangeh e ku li Hewlêrê tê sazkirin.
Pêşangeh taybet e bi berhemên xurek, pîşesazî, pêwîstiyên bijîşkî, derman û karên destan.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî