April 24, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê pîrozbahî li Charles kir

Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê pîrozbahî li Charles kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li şahê Brîtanyayê Charles III kir ku bi merasimeke olî li dêra dîrokî ya Westminster Abbey ya Londonê tac danî li ser serê xwe.

Li paytexta Brîtanyayê bajarê Lodanê îro Şemiyê 6ê Gulana 2023yan, Şahê Brîtanyayê Charles III bi merasîmeke olî ya ku li Dêra dîrokî ya Westminster Abbey tac wergirt.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, ez li ser navê gelê Kurdistanê bi dil û can pîrozbahiyê li şah Charles III dikim.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya  pîrozbahî de got: “Ez di wê baweriyê de me ku peywendiyên di navbera Kurdistan, Iraq û Brîtaniyayê de dê di serdema şah Charles III de bihêztir bibin.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi