July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Şah Charles III kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Şah Charles III kir

Navenda Nûçeyan (K24) –Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya merasima tacdayînê, pîrozbahî li Şahê Brîtanyê Şah Charles III  û Şahjin Camilla kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Gulana 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de pîrozbahî li şah Charles Sêyem û Şahjin Camilla kir û got: “Em li bendê ne ku pêwendiyên me di bin desthilatdariya we de xurttir bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Em hîn jî Şahinşahiya Yekgirtî weke hevkareke pêbawer û dost ku hem têdigiha dîroka me, hem jî di tengahiyên me de li cem me radiweste, dibînin.

Îro li Londonê li dêra dîrokî ya Westminster Abbey, Şah Charles III  di merasîmekê de tac Şahê Brîtanyayê wergirt.

Charles III di merasîmê de bi fermî wekî Şahê Brîtanyayê yê 40emîn tac wergirt û şûna diya xwe, Şah Elizabeth II ya ku û berî 7 mehan koça dawiyê kiribû, cih girt.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi