July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mihemed Şiya Sûdanî: Şerê DAIŞê û milyonan koçber, Herêma Kurdistanê naçar kir rêkeftinên neftê bike

Mihemed Şiya Sûdanî: Şerê DAIŞê û milyonan koçber, Herêma Kurdistanê naçar kir rêkeftinên neftê bike

BasNews – Serokwezîrê Iraq a Federal Mihemed Şiya Sûdanî roja 02.04.2023yê bû mêvanê bernameya El Muqabile ya kanala El Cezîre û bersiva gelek pirsên derbarê pirsgirêkên Iraq û hemû wan astengiyan da, ku rastî hikûmetê hatine û behsa pêngavên hatine avêtin kir.

Serokwezîrê Iraqê bersiva pirseke El Cezîre ya derbarê pirsa kurd li Iraqê û pirsa neft û gazê li gel Herêma Kurdistanê û ew tevdîrên ku hikûmeta wî dixwaze ji bo çareseriyê bavêje û zelal kirina vê dosyayê de ragehand. ‘’Beşek wê rêkeftina siyasî ya ku hikûmeta naha ya Iraqê li ser hatiye pêkanîn, ji bo çareser kirina pirsgirêkên hatine cemidandin ên di navbera Bexda û Hewlêr bûye, yek ji wan jî pirsa neft û gaz û çawaniya danûstandina li gel e.’’

Sûdanî diyar kir: ‘’Em vê derbarê de li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê geheştine rêkeftinê û rêkeftin jî di çarçoveya budce de hatiye bicîh kirin. Ew jî beşeke li rêkeftina bingehîn, li gor wê rêkeftinê me şeş meh diyar kiriye û dibe ku hinek kêm jî paş bike, ji bo ku yasaya neft û gazê em derbixin, ku bi awayekî giştî pêwendiyên vê derbarê de dê rêkbixe. Ew jî li gor destûrê ku behsa bîrên piştî sala 2003yê têde heye û derfet an jî dûrxistin ji bo herêmê û parêzgehên hilberînerên neft û gazê diyar kiriye û herêm û parêzgehên hilberîner rola wan heye di rêvebirina neft û gazê de.’’

Pêşkeşvanê El Cezîre ji Sûdanî pirs kir: Gelê Herêma Kurdistanê dosya neftê xirab birêve biriye, yan tê gotin gendelî têde hebûye?

Serokwezîrê Iraqê ragehand: ‘’Di sala 2014ê de Herêma Kurdistanê naçar bû berê xwe bide bo hinek rêkeftinan ku bi awayekî sîtem (zulm) û nedadperwerî têde hebû, ku geheştibûn astekî ku hatin naçar kirin û şîrketên herêmê naçar û pêbend kiribûn. Axir di sala 2014ê de şer li dijî DAIŞê hebû, budceya herêma Kurdistanê hatibû qutkirin, Herêma Kurdistanê jî li pêş pêdiviyên şer û ew koçberên ku bi milyonan û berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê, bibûn givaş li ser Herêma Kurdistanê. Pêwîstbû xizmetguzariyê jî pêşkeşî wan bike, ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê naçar bû wan peyman û rêkeftinan pêkbîne ku zulm jî têde hebû. Bi wî awayî berdewambû di meşandina karûbarên xwe û heta naha jî ew bargiranî li ser Herêma Kurdistanê ye. Lê bi vê rêkeftina li ser budce hatiye kirin û bi derketina yasaya neft û gaz a federalî ve dikare pirsgirêk êdî bi dawî bibin.’’

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi