July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher de spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdanekê li Fransayê ye, duh Pêncşemê 16ê Sibata 2023 li Koşka Elysee ya li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya, piştre bi Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher re hevdîtinek pêk anî.

Derbarê hevdîtinê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, di civînê de “rewşa Iraq û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî hat gotûbêjkirin.”

Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin: “Serokê Senatoya Fransayê, têkoşîn û qurbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê bi taybetî ji bo şikandina terorîstên DAIŞê û parastina pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.”

Mesrûr Barzanî di derbarê “reformên kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê” de birîfîngek pêşkêş kir, herwiha spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê kirine.

Her wiha hate gotin ku di civînê de mijarên “giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa devera Şingalê û xweşkirina zemîneyê ji bo vegera koçberan bo cihên xwe” hatin gotûbêjkirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi