July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibe gihîşt Almanyayê

Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibe gihîşt Almanyayê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibe, îro gihîşt Almanyayê.
Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê îro di 17ê Sibata 2023an de dest pê dike û heta 19ê Sibatê berdewam dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî wê konfernasê dibe û ji ber wê yekê îro bi serdanekê gihîşt Almanyayê.
Bêtir ji 40 serok û serokwezîrên dewletan û 100 wezîrên berevanî, derve û navxwe yên welatên ji Ewropa, Amerîka, Asya, Afrîqa, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn dê beşdar bibin. Her wiha bi dehan kesayetî û pisporên navdar ên cîhanê yên di warê teror û ewlehiyê de beşdar dibin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîn û gotûbêjên li gel serok û serkirdeyên welatan ên têkildarî ewlehî û aramî û wan astengiyan bibe ku rastî cîhanê tên.
Ji Iraqê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo konferansê hatine vexwendin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê bi beşdarên konferansê re hejmarek civîn û hevdîtinan bike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, “Beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Munchenê de jî peyamek ji bo Bexdayê ye ku nêrîn û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo civaka navdewletî girîng e û bihêzbûn û berdewamiya Herêma Kurdistanê ji bo welatên biryarder girîng e.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, şandeke Amerîkayê ku piraniya wan endamên Kongresê ne, şandeke payebilind ê Ukraynayê, çend şandên cîhanê, rêxistin û navendên stratejîk û siyasî dê beşdarî konferansê bibin.
Nûnerên Rûsya û Îranê beşdarî konferansê nabin, li ser wê mijarê Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Christoph Heusgen got, “Cihê Rûsyayê li vir nîne, ji ber ku Rûsya bi tawanên şer tê naskirin” û diyar kir ku Îran jî beşdar nabe lê w dê nûnerên civaka sivîl ên Îranê dê vexwînin.
Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Christoph Heusgen li ser konferansê roja 10ê Sibatê ji Rûdawê re ragihandibû, “Derbarê beşdaran de, nêzîkî 150 serokên dewlet û hikûmetan hene, di nav wan de Cîgirê Serokê Amerîkayê, Serokê Fransayê, Serokê Polonyayê, berpirsên payebilind ên rêxistinên navneteweyî, sekreterên giştî yên NATOyê, Yekîtiya Ewropayê û IWF. Her wiha wezîrên navxwe û derve yên hin welatan jî hatin vexwendin. Her wiha dikarim bibêjim ku nîvê kabîneya Almanyayê amade ye û tevî temenê xwe yê mezin, navên girîng ên wek Bill Gates û George Soros dê beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibin.”
Christoph Heusgen anî ziman, “Konferansa îsal bi nêzîkbûna salvegera êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dest pê dike. Bê guman, ev konferans dê bibe xaleke destpêkê ji bo nirxandinê, da ku em bikaribin bibînin ka em li ku derê radiwestin li ser tiştê ku ez jê re dibêjim binpêkirina şaristaniyê ji aliyê Vladimir Putin ve. Em li ku disekinin di parastina Peymana Neteweyên Yekbûyî û parastina hiqûqa navneteweyî ya li ser bingeha qaîdeyan?”
Ji Neteweyên Yekbûyî wek Christoph Heusgen dibêje, “Di Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, me êrîşa Rûsyayê bi 143 dengan şermezar kir. Em dixwazin bibînin ka dê berteka civaka navneteweyî di avêtina gavên din de çi be. Tişta ku me îsal di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li gorî salên borî zêdetir bala xwe da ser ew e ku me konferans ji aliyê cografî ve vekir, dê hejmareke mezin ji mêvan û delegeyên başûrê cîhanê hebin. Di heman demê de, em hinekî vegerin ser kokên Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ku di serî de wekî konferansek transatlantîk dest pê kir. Ev yek jî di wê yekê de ye ku îsal dê şandeya herî mezin ya Amerîkayê be di kongreyê de.”
Christoph Husgen diyar kir ku beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya konferansê jî gelekî girîng e.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi