July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî ligel Recep Tayyîp Erdogan civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel Recep Tayyîp Erdogan civiya

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê di berdewamiya xwe bo Tirkiyê de, li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dubare sersaxiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gihand Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û gelê Tirkiyê, ji ber wê erdheja 6ê vê mehê li çend navçeyên Tirkiye û Sûriyê ra da û di encamê de bi hezaran bûn qurbanî û ziyanên mezin jê derketin. Her wiha hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasî û pêzanîna xwe ji bo serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo navçeyên erdhejê û hevdîtina ligel ziyandîtiyan nîşan da û dubare kir ku welatê wî bi rêz li alîkarî û alîkariyên mirovî yên Herêma Kurdistanê û tîmên wê dinêre ku ji destpêkê ve bi hawar û alîkariya qurbaniya hat û xwe gihandine deverên ziyan dîtine û alîkarî pêşkêşî mexdûran kirin.

Derfetên pêşvebirina pêwendiyên Tirkiye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên cihê giringiya her du aliyan, mijarên din ên civînê bûn.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi