July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Cindirêsê alîkarî nagihin Kurdan

Li Cindirêsê alîkarî nagihin Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) – Li pişt kavilên herifî yên erdhejê, li Cindirêsa ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi sedan çîrokên bi êş mane. Walatiyên Kurd ên ku bê mal û hal mane, di vê sermayê de li derve dijîn.

Ligel ku hîn dilê xelkê vê navçeyê bi birîn e, ku piraniya wan xoşewîstên xwe ji dest dane, niha êşeke din jî zêde bûye, alîkarî jî nagihin Kurdên vê deverê.

Necma Xorşîd welatiyeka Cindirêsê yek ji wan kesan e ku dibêje, di belavkirina alîkariyan de cudahî tê kirin û alîkarî nagihin Kurdan. Necma Xorşîd dibêje: “Em dixwazin biçin nav malên xwe, lê em newêrin, em newêrin. Em çi zilm e, ew çi nijadperestî ye, ew çi cudakarî ye. Xwedê ev bela ji millet re şand, dîsa jî yek rehmê bi yekî nake. Wextê xwedê erd çêkir, ma gotiye ew Ereb e  ew Kurd e. Em hemû yek in, em hemû yek in, ka yê ku zanibe. Bila dengê me bigihe hemû deran, tiştek nagihe milletê Kurmanc.”

Dayikeke ji Cindirêsê bi navê Xetîce ku zarokên wê hene, behsa wê yekê dike ku pêdiviyên sereke yên ji bo zarokekê pêwîst in nagihin wan.

Ew dibêje eger bi vî awayî cudakariyê têxin navbera Kurd û Ereban, bila alîkarî neyên şandin.

Xetîce dibêje: “Em li Cindirêsê ne, temaşe bike malên me xerab bûne, em gişt di tirêleyan de ne. Alîkarî ji me re tê, nadin me. Temaşe bike yê wana xêmikan (çadiran) dibin, em bi wan re tim şer dikin, yan bişînin yan bi kok ji me re neşînin. Zarokên me hûr in, bê hefaze û bê şîr in. Em di nav hîr û mîran de mane, malên me li erdê ne, alîkarî ji me re tê yan ji wan re tê. Ewana dibêjin ji Dêriyan re tê, ew jî me diqewitînin. Pere belav kirin, nedan me. Ez pîr im, ez bi teştê kincan dişom, dermanê kincan tune ye ku ez bişom.”

Li gor agahiyên ji aliyê Encumena Xwecihî ya Cindirêsê ve hatine belavkirin, di encama erdeja 6ê Sibatê de li navçeya Cindirêsê ku 115 hezar nişteciyên wê hebûn, hezar û 12 kesan canên xwe ji dest dane, 4 heta 5 hezar kes jî birîndar bûne.

Di vê erdhejê de hezar û 110 avahiyan zerar dîtine û 278 avahî bi tevayî hilweşiyane.

Çalakvanek ji pêkhateya Ereb, li Cindirêsê behsa cudakariya di dabeşkirina alîkariyan de tê kirin dike û dixwaze dadmendî û wekhevî di vî karê mirovî de hebe.

Çalakvanê sivîl li Cindirêsê wiha dibêje: “Em dê gotineke rast derbarê Kurdan bibêjin. Birayên me yên Kurd, ji dema ku erdhej çê bûye û heta niha, tiştek negihiştiye wan. Zevî, zeviya Efrînê ya wan e, zeviya Efrînê naskirî ye ku zeviyeke Kurdî ye. Em hemû bira ne, lê ji bo ez dîmen û gotina rast bigihînim, ku Xweda jê razî be, heta niha birayên me yên Kurd tiştek wernegirtine, ne kertonek, ne konek, ne jî tiştek, lê deverên din, hemûyan alîkarî wergirtine. Ya rast ji min bibihîzin, birayên me yên Kurd, heta niha, kesekî tiştek wernegirtiye. ”

Li vê navçeya ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê herî zêde ji erdheja 6ê Sibatê zerar dîtiye, bajarekî wêranbûyî, çîrokên bi êş û xelkekî bê çare yê li benda alîkariyeke dadperwerane maye.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi