Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 258 kes bi coronayê mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 55 hezar û 941 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 258 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 304 hezar û 492 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 55 hezar û 941 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 258 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 37 hezar û 914 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 689 hezar û 866 kesan û 33 hezar û 201 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 232 hezar û 892 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 40 milyon û 689 hezar û 742 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî