Nemam Xafûr hêvîya rizgarkirin û destpêka jîyaneka din ya dayîk û zarokên êzîdî bû
Remzî Kerîm
”Nabe xirabî, enerjî û xwîna teze werbigre.
Şûna wê divê mirov pir qencîya bike ku xirabî îzole bibe û cih jê re nemîne”
Nemam Xafûrî
Nemam Xafûrî di 20 salîya xwe de hat Swêdê. Havîna 2014ê, di 45 salîya xwe de, gava Deîşê 5-6 hezar keç û jinên êzîdî revandin, Nemam doktoreka xwedî tecrube bû û bi çend doktorên din re berê xwe da başûrê Kurdistanê. Kampên penaberan, keç û jin û zarokên êzîdî, sînorên di navbera Îraq û Sûrîyê, burokrasîya bêmane, civakên mafnenas giş bûn jîyana wê ya rojane.
Duh na pêr, 1ê nîsanê laşê wê nema li dijî vîrusa koronayê li ber xwe da.
Nemamê ne Xelata Nobelê wergirt, ne jî bû mêvana koçkên spî. Vê lehenga civaka kurdî, dûr ji çavên kamerayan, dûr ji guhên mîkrofonan, weha bitenê, weha bêdeng, weha bêkes malavayî kir.
Ev gotin li ser bazina desthunerî ya wê hebû: ”Jinên başgihiştî kêm cara dikevin nav rûpelên dîrokê”.
Nemam Xafûrî hêvîya rizgarkirin û destpêka jîyaneka din ya dayîk û zarokên êzîdî bû.
Di wêne da: Nemam û du zarokên êzîdî.
Wêne ji rojnameya swêdî DN hatiye wergirtin.
Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide malbeta xanima delal Nemam Xefûrîyê û ji navê tevaya Êzdîxanê dibêje: -Sipas, xanim Nemam Xefûrî bo dilê te yê ewqas fireh û dilrehmîya te ya bê sînor.
Riataza
Post Views: 112
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî